TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ji herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê) bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, li parêzgeha Tebqayê li ser jiyana Rêber Apo semînerekî li dar xist. Nêzî 60 jinên ciwan beşdarî semîner bûn.
Semîner bi deqayekî rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan a bi navê Jînda li ser jiyana Rêber Apo axaftinek kir. Di axaftina xwe de qala zarokatiya wî, jiyana wî ya bi malbat û bi rêhevalên wî re kir. Her wiha bal kişand ser taybetmendiyên ku Rêber Apo ji temenekî biçûk nîşan da.
Semîner bi berzkirina slogana “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.