COLEMÊRG – Wesayîta polîsan a sivîl ciwanekê bi navê Saît Oguz ê ku li Şemzînanê beşdarî pîrozbahiya serkeftîna Wanê bû, qelibî.
Pîrozbahî li navçeya Şemzînan ya Colemêrg despek kir, piştî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind biriyar dayê belgeya namzetê ji Abdullah Zeydan ya Hevşaredarê Bajarê MEzin ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) werê vegerandin. Bi we biriyar her der li Bakurê Kurdistan pîrozbahiyên despekirin û li Şemzînan jî gelê welatparêz û ciwanên kom dibûn ji bo serkeftina gel pîroz bikin.
Wesayîta polîsan a bi cil û bergên sivîl li ciwanê beşdarî pîrozbahiyê bû qelibî. Dema wesayîta polîsan li ciwanê qelibî ji cihê bûyerê derket, ciwanê ku hat hînbûn navê wî Saît Oguz (29) ye ji aliyê welatiyên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Devet a Şemzînanê. Wextê ku wesayît li Oguz ê ku hat hînbûn rewşa wî baş e bi dîmen hat kişandin.