NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan li Êlih û Rihayê rojbûna Rêber APO pîroz kirin. Li Stenbolê li hin nuqteyan fîşekên hewayî û pankart hatin daliqandin.
Ciwan li navenda Elihê hatin cem hev û bi meşekê rojbûna Rêber APO pîroz kirin. Di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin qîrîn. Di meşê de fîşekên hewayî jî hatin pêxistin.
Piştî polîsan êrîşî ciwanan kir, demekê alozî derket. Polîsan bi gaza bîberê, ava zextê û guleyên lastîkî êrîşî ciwanan kir. Ciwanan bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan.
RIHA
Li Rihayê ciwanan bi fîşekên hewayî şahiyek li dar xistin. Ciwan li gelek deverên bajêr hatin cem hev û bi fîşekên hewayî û dirûşma “Bijî serok Apo” 4’ê Nîsanê pîroz kirin.
STENBOL
4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li bajarê Maltepe yê Stenbolê ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve bi fîşekên hewayî hate pêşwazîkirin.
Ciwanan bi dirûşmeya Bijî Serok APO rojbûna Rêber APO pîroz kirin.