ŞENGAL- Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê meşeke girseyî hate lidarxistin û têde ev peyam hate dayîn. “Erdogan di rojên me yên pîroz de êrişan pêktîne. Lê divê bizane wê nekare ev meşa azadiyê rawestîne. Îradeya gel ji êrişên wan bihêztir e. Ev êriş wê bibe sedema mezintirkirina têkoşînê.”
Piştî êrişa hewayî ya duh li nêzî kampa Serdeştê ya Şengalê li dijî wesayîteke sivîl pêkhat û di encamê de du jin birîndarbûn, Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gel kir, tevlî meşa îro ya Sinûnê bibin. Gel jî li ser banga Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji herêmên Ereban, ji aliyê Qibletê û navenda Şengalê berê xwe dan nahiya Sinûnê ya dikeve herêma Şemal a Şengalê. Her wiha hem rûspiyên Şengalê, hem jî hemû sazî û rêxistinên Şengalê tevlî meşêbûn. Rêjeyeke berçav a jinan bi pêşengiya TAJÊ û Jinên Ciwan ên Şengalê jî beşdarê meşêbûn.
Di meşê de dirûşma, ‘Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re’ li ser wêneyê fermandarên PDK’ê yên li gel fermandarên dagirker ên Tirk li ser sînor hatiye kişandin hate rakirin. Bi sedan wêneyên şehîdên Şengalê û bi taybet jî şoreşger û pêşengên civaka Êzidî yên bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hatine şehîdxistin hatin rakirin. Girseya gel dirûşmên wekî, ‘Qatil Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ gotin.
Dİ derbarê êrîşên dewleta Tirk a fşist dagirker Ciwan û gelên Ezîdî helwesta xwe bi rêya ajansa me ve parvekirin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Vejîn, erîşên dewleta Tirk a faşit, dagirker şermezar kir û da diya kirin ku armanca van erîşan ji bo gelên Ezîdî bitirsinin da ku malbatên ku di kampanda ne venegerin li Şengalê.
Vejîn axaftina xwe da diyar kirin ku ew çî jî bikin wê gel vegere li ser axa xwe. Û wek gelên Ezîdî ew jî van erîşan natirsin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ezîdî Zerdeş Şengalî jî bermaberê van êrîşan helwestê xwe da diyarkirin û ji bo gelê Ezîdî û kesên ku hevkartî bi çeteyên faşist dagirker re dikin bang kir ku devj van kirinên xwe yên qirej berdin. Nebin İxanetkar.
Zerdeş anî li ser ziman ku ew 2014’an ve berxwe didin û berxwedaniya xwe heta dawî jî bidomin
Şeniyekî Şengalê jî helwesta xwe pir xişk anî li ser ziman û hevkartiya PDK a bi dewleta Tirk a faşist dagiker re şermezar kir. û berdewamiya axaftina xwe de got ku ew wek Ezîdî hemû PKK’ine û ew hemû APO’cîne.