DÊRAZOR – Li Dûra El-Şuheda ya parêzgeha Dêrezorê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, çalakiyekî dar çandin li darxist. Bi dehan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û tevgera ciwanan beşdarî çalakî bûn.
Bi coş gel dar çand û sloganên silavkirina Rêber Apo berz kir.
Di dawiyê çalakî de ala Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat bilindkirin û sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berz kirin.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.