QAMIŞLO – Îro li baxçeya Avesta ya li ber navenda Warê Ciwanan a bajarê Qamişlo, di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de, ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, dar hatin çandin. Endamên Tevgera Cand û Huner (TEV-ÇAND) a navenda Mihemed Şêxo jî beşdarî çalakî bûn.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.
Her sal, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, dar ku weke sembola jiyana domdar tên dîtin, tên çandin.