DIRBÊSIYÊ – Îro li navçeya Dirbêsiyê bi pêşengtiya Kongra Star 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, bi şahiyekî hat pîroz kirin. Bi sedan gel, endamên saziyê Rêveberiya Xweser û tevgerên civakî beşdarî şahî bûn.
Endama Kongra Star a bi navê Razya axifî û ev roj li hemû gelê kurd û bi taybetî li jinê azad pîroz kir.
Piştre stran ji aliyê Koma Zîlan hatin pêşkêşkirin û govendên gelerî hatin gerandin.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.