TIL KOÇER – Îro li Til Koçer Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê, roja ku Rêber Apo 75 sal temam dike, meşekî erebe li darxist.
Ciwanên Şoreşger alên Rêber Apo û alên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hildan û li bajarokê Til Koçer geriyan. Ciwanan sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.