REQA – Îro li bajarê Reqayê Kombûna Jinan a Zenobîa ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, şahiyekî hat li darxistin. Di pîrozbahî de bi sedan endamên sazî û tevgerên civakî û hêzên leşkerî amade bûn.
Beşdaran ji aliyê berdevka Meclîsa Jinê ya Reqayê Batanî Abdo ve hatin pêşwazîkirin û piştre deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat girtin.
Her wiha, berdevkên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê axivîn û qala girîngiya û wateya roja çarê Nîsanê ji bo gel û qala jiyana Rêber Apo kirin.
Piştre Komên Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Huner a Reqayê stran, şano helbestên xwe ji bo Rêber Apo pêşkêş kirin.
Çalakî bi dîlanên gelerî û dirûşmeyên silavkirina Rêber Apo bi dawî bû.