HESEKE – Duh êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo meşekî erebe û şahiyek li dar xistin.
Mêş ji Baxçeyê 4’ê Nîsanê dest pê kir û di nav bajar de bi coş û heycan geriya. Piştre meş ber bi Sala Serdem çû û li wir şahiyekî hat li dar xistin.
Ciwan bi çoş û moralekî mezin 4’ê Nîsanê pîroz kirin û bi berzkirina siloganên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” şahiya xwe bi dawî kirin.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.