QAMIŞLO – Îro li Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Lewend û Şehîd Ciwan, li taxa Qudurbek a bajarê Qamişlo, Tevger Ciwanên Şoreşger ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, dar çandin.
Ciwanan bi coş li baxçeya navenda xwe stranên şoreşgerî gotin û dar çandin.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.
Her sal, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, dar ku weke sembola jiyana domdar tên dîtin, tên çandin.