NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên enternasyonalîst ên herî dawî çûn Bakurê Kurdistanê û serdana buroya hilbijartinê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) kirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê serketina berxwedana Wanê û gelê Kurdistanê li dijî zîhniyeta derbeyê silav kirin.
Rejîma AKP-MHP’ê li dijî şaredariya Wanê. Ciwanên enternasyonalîst refleksa xweparastinê û berxwedana Wan û gelê Kurdistanê ya li dijî darbekaran pîroz kirin û diyar kirin ku ew bi gelê Kurdistanê re di nava piştevaniyê de ne.
Ciwanan bi alên Rêber APO, PKK, YPJ û TEV-DEM’ê di dema daxuyanî hilandiyê û diyar kirin ku bi berxwedan û serketina gelê Wanê re girîngiya berdewamkirina têkoşîna li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê nîşan daye û bi berxwedana gelê xwe wan hêzên faşîst paşvê kişand.
Daxuyaniya ciwanên enternasyonalîst wiha ye;
“Weke ciwanên enternasyonalîst ên li Torînoyê em hevgirtina xwe bi gelê Kurd û partiya DEM’ê re radigihînin.
Tevî ku Bakur di hilbijartinên herêmî yên Kurdistanê de bi ferqeke mezin bi ser ket, lê tevî bêhiqûqî û sextekariyên ku rejîma AKP-MHP’ê teşwîq dike, namzetên partiya DEM’ê rastî êrîşên rejîmê hatin û encamên hilbijartinê nehatin naskirin.
Berxwedana xurt a li Wanê û serketina vê berxwedanê girîngiya berdewamkirina têkoşîna li dijî polîtîkayên faşîst ên rejîmê û parastina mafê çarenûsiyê nîşan dide.
Em dixwazin hevgirtinê nîşan bidin û serkeftinê ji berxwedan û têkoşîna gelê Kurd re dixwazin û nîşan bidin ku civaka navneteweyî li dijî êrîşan disekine.”