STUTTGART – Jin, zarok û gelek welatparêz beşdarî pîrozbahiya rojbûnê ya ku li Stûttgartê bi pêşengiya ciwanên TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) hat lidarxistin, bûn.
Di çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê de li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) hat gotin, “Em rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke ji nû ve zayîna jinên Kurd pîroz dikin. Paradîgmaya jin a Rêber APO weke îsyaneke li dijî pergala kapîtalîst xwe îfade dike. Modela Konfederalîzma Demokratîk îro îlhamê dide tevgerên şoreşger ên doza jiyana azad dikin. Rêber APO bi fikir û jiyana xwe xeta jina azad afirand. Em jin jî dibêjin ‘Azadiya Rêber APO azadiya me jinan e’.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şert û mercên tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên rejîma AKP-MHP’ê yên li dijî gelê Kurd bertek hatin nîşandan. Jinan bal kişandin ser grevên birçîbûnê û berxwedana li girtîgehan di şexsê Rêber APO de û banga “Bila şert û mercên azadiya Rêber APO bên misogerkirin.” kirin.
Dema ku salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê bi wêneyên Rêber APO hate xemilandin, girseya ku beşdarî pîrozbahiya rojbûnê bû timî bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Rojbuna tê rojbûna me ye” berz kirin.
Piştî çalakiya ku pasta ji bo Rêber APO hate birîn, ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN bêyî ku guh bidin baranê govend gerandin.