BIEL- Li Komeleya Çanda Kurd a bajarê Bîel ê Swîsreyê bi beşdariya ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN û endamên Meclîsa Giştî pîrozbahî hatin lidarxistin.
Pîrozbahî bi fîşekên hewayî û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” dest pê kir.
Piştre li ser navê Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr a Bîelê Ahmet Kaya axivî. Beriya Ahmet Kaya dest bi axaftina xwe bike, li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî deqîqeya rêzgirtinê Ahmet Kaya di axaftina xwe de ev tişt anî ziman;
“Îro rojbûna Rêber APO, jin, ciwan û gelê Kurd e. Felsefeya Rêber APO ji bo Rojhilata Navîn guhertineke nû ye. Fikrên Rêber APO ji bo me vejînek e.”
Ahmet Kaya bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û got, “Di serî de ciwanên Kurd divê hemû gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin. Serketina îro ya li Wanê nîşan da ku em ê bi têkoşînê bi ser bikevin.”
Kaya: “Divê em bibînin ku fikrên Rêbertiyê me çawa guhert. Ger em li salên nodî binêrin, ev bi rastî pir zelal e. Bi saya fikir û îdeolojiya ku heta îro berdewam kiriye berxwedan, têkoşîn û fikra me li hemû cîhanê belav bûye” û wiha got: “Îro ji bo me ne rojeke hêsan e, bi taybetî jî roja zarokan e. Ji ber vê yekê beriya her tiştî rojbûna wan pîroz be, rojbûna gelê Kurd pîroz be û li Rêber APO ku li hemû Kurdistanê guhertin afirandiye pîroz be.”
Paşê li ser Rêber APO pirs ji zarokan hatin kirin. Zarokan li ser girîngiya Rêber APO ya ji bo gelê Kurd pirsîn û gotin ku Rêber APO rêberê rizgariya Kurdistanê ye û ji bo gelê Kurd li berxwe dide.
Piştî pirs û bersivan zarokan bi kincên herêmî govend gerandin û destnîşan kirin ku ew ê çanda xwe ti carî ji bîr nekin.
Çalakî bi sînevîzyona jiyana Rêber APO bi dawî bû.