COLEMÊRG – Li Colemêrg û Geverê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 14 hatin girtin
Protestoyên ji ber nedayîna mazbataya Abdûllah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin belavî bajarên bakurê Kurdistanê bûbûn. Êvara 2’yê nîsanê li navenda Colemêrgê û navçeya wê ya Geverê bi hezaran kesan dest bi çalakiya protestoyê kiribû.
44 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di protestoyên hatin kirin de li Colemêrgê 15, li Geverê jî 29 kes hatibûn binçavkirin. Hate diyarkirin ku ji kesên 3 roj in di bin çavan de ne 14 zarok in. Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin rastî mûameleya xerab û lêdanê hatine.
LI GEVERÊ 14 CIWAN HATIN GIRTIN
Piştî ku li Miduriyeta Polîsan a Geverê îfadeyên wan hatin wergirtin, “B.Ş, A.K, A.K, B.K, K.Ş, H.Ç, Y.E.A, E.H, B.T, T.A.A” yên temenê wan di bin 18 salî de bûn hatin berdan. 18 kesên din piştî îfadeyên wan ên miduriyeta polîsan sewqî Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatin kirin. Dozgeriyê 18 kes bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Nobedar a Geverê hatin kirin.
Dadgeriyê ji ciwanan 4 berdan, derbarê Bîrkan Tatli, Kamûran Ogmen, Polat Baltaci, Emrah Ozçuk, Mugdat Ernas, Abdûrrahman Olmez, Azad Şedal, Îrfan Akbaş, Îsmaîl Karay, Veysel Sure, Îlhan Orbeyî, Nîhat Vardar, Dundar Baltaci û Bîrhat Şedan de biryara girtinê da. 14 ciwanên hatin girtin, şandin girtîgehên bajarên derdorê.
LI COLEMÊRGÊ 11 KES HATIN BERDAN
Li Colemêrgê ji 15 ciwanên di bin çavan de 5, piştî wergirtina îfadeyên wan ên Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê ya di 3’yê nîsanê de hatibûn berdan. Ji 10 ciwanan 6 jê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatibûn kirin. Ji 6 ciwanên ku di 4’ê nîsanê de îfadeyên wan hatin wergirtin 2 bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Tê payîn ku 4 kesên wergirtina îfadeya wan a miduriyeta polîsan dereng xelas bû dê îro sewqî dozgeriyê bên kirin.