TORONTO – Ciwanên APO’yi, gelê Kurdistanê û dostên wî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO hatin gel hev û li Komeleya Çanda Kurd a Torontoyê rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Li dû kêliya rêzgirtinê, girîngiya 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û cîhanê hate axaftin.
Di axaftinên li ser jidayikbûna Rêber APO û vejîna gelê Kurd a di bin betonê de hat definkirin hatin kirin.
Her wiha behsa pêvajoyên siyasî yên ku hatine jiyîn hatin kirin û berxwedan û serkeftina Wan û gelê Kurd hate pîrozkirin.
Piştî axaftinan pasta ku ji bo Rêber APO hatibû amadekirin hate kutkirin û girse bi qîrîna dirûşma “Rojbûna te pîroz be, ey Serok me” pîroz kir.
Ciwanên APO’yi û gelê Kurdistanê li ser vê bingehê hatin gel hev û bernameya xwe bi govendê bi dawî kirin.
Piştî çalakiyê ciwanan fîşekên hewayî pêk anîn.