KOBANÊ – Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk bi boneya 4’ê Nîsanê li Zanîngeha Kobanê îmza ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kom kirin. Ev çalakî di çarçoveya hemleya komkirina imze ji bo Rêber Apo ya ku Înîsiyatîfa Gel de di bin slogana “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate kirin.
Ev hemle ji bo mecbûrkirina ku Konseya Ewropayê û saziyên mafên mirovan ên navnewtewî bi erkê xwe rabin û li ser dewleta Tirk zext bikin da ku qanûnên navneteweyî pêkbîne.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.