MINBIC – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê duh êvarê, bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, li Parka Yasemîn gelek dar çandin. Bi dehan şênî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Minbicê beşdarî çalakî bûn.
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.
Her sal, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, dar ku weke sembola jiyana domdar tên dîtin, tên çandin.