CREÎL – Ciwan bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Onder APO li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) hatin cem hev û li sînevîzyona ji bo Onder APO hatibû amadekirin temaşe kirin.
Beriya nîşandana fîlmê ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê (Jinen Ciwanên Tekoşer) piştî sînevîzyonê fîşekên hewayî teqandin û piştre li kolanên Creîlê geriyan.
Ciwanan bi alayên Rêber APO û PKK’ê konvoyeke bi heybet li dar xistin û timî dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li ser vê bingehê hatin gel hev û diyar kirin ku ew ê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO her tim têbikoşin.
Ciwanên ku piştî konvoyê rawestiyan, bi coşeke mezin dawî li çalakiya xwe anîn.