TEBQA – Duh danê êvarê maça dawî ya Lîga Alsiha ya ku di bin sîwana tîma EL-Siha û di bin çavdêriya Encûmena Werzişê de hatibû encamdan û hejmareke ji tîmên bajar û gundan tê de beşdar bûn, hat li darxistin. Maçê di navbera tîma EL-Siha û tîma El-Qadisiye bi coş derbas bû û hevserokên Desteya Ciwan û Werzîşê, Desteya Werzîşê, Ofîsa Werzîşê ya Koman û gel temaşe kirin.
Maç bi du golên her du tîman bi wekhevî bi dawî hat, lewra maç derbasî penaltiyan bû û di wê lîstikê de EL-Siha bi ser ket û bû pileya yekem û El-Qadisiye bi pileya duyem hat xelatkirin.