NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê ragihand ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO ji aliyê Yekîneyên Amed û Eskîşehîrê ve bi daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabên xwe hatin parvekirin.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li taxên Baglar/Dortyol û Ben û Sen’ê yên Amedê bi fîşekên hewayî û bi peyama 4’ê Nîsanê ya Yekîneyên Eskîşehîrê 4’ê Nisanê hatin pîrozkirin
Daxuyanî wiha ne;
Ji yekîneyên me yên YCWK Eskişehirê ji bo 4ê Nîsanê rojbûna Rêber APO peyama dimenkî
“4’ê Nîsanê di şexsê Rêber APO de jidayikbûna gelan temsîl dike. Li dijî rastiya gelê ku di bin çavan de maye, jenosîd û rû bi rû bi îmhayê re hiştin. Bi gotina dara hişk kirin kesk û veguherî gula li ser zinaran, ji me re alternatîfa jiyana azad afirand.” Weke YCWK em di şexsê Rêbertiya xwe de rojbûna gelê Kurd digihînin ciwanan.” “Em jin û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin û dibêjin cihê ciwanên welatparêz e. Di nava refên têkoşînê de em bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikin ku biharê pêşwazî bikin û cihê xwe di nava refên azadiyê de bigrin. Em soz didin ku heta Rêbertiya me azadiya fîzîkî pêk bîne wê têkoşîna me bidome.”
Ji yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê!
4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêber APO ye, êvara 4’ê Nîsanê li taxa Bağlar Dörtyol û Amed/Ben û Sen’ê hate pîrozkirin. Piştî ku yekîneyên me li her du noqteyan fîşekên hewayî pêk anîn, 4’ê Nîsanê bi dirûşmeyan hate pîrozkirin. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li her derê dikin ku rabin ser piyan.
Em jiyana bê Rêber APO qebûl nakin.