DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma El-Hussan a rojavayê Dêrazorê li ser têgîna Neteweya Demokratîk semînerekî da.
Semîner bi deqayeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre jî ji aliyê Ehmed El-Saleh ve têgîna Neteweya Demokratîk hat ravekirin.
Her wiha, Ehmed El-Saleh destnîşan kir ku avakirina Netewa Demokratîk ji bo hemû gelan e û dûrî feraseta sîstem û desthilatdariya dewletî û kapîtalîst e. Diyar kir jî ku ev yek bû sedem ku gelên herêmê li piştî ramanên eşîrî yên tundrew dûr bikevin.
Di dawiyê de nîqaş ji beşdaran re hat vekirin.