ANTWERPEN – Amadekariyên tûrnûvaya futbolê ya bi pêşengiya TCŞ’ê ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku wê di 25’ê Gulanê de bê lidarxistin dest pê kir.
Ciwanên ku xwe ji bo festîvala ciwanan a ku di çarçoveya dirûşma “Çand Mertala Hebûna Me ye” de bê lidarxistin, diyar kirin ku ji bo xwe ji jiyana qirêj û lîberalîzma li Ewropayê biparêzin hatin gel hev û ew ê çalakiyên wan her hefte bidomîn.
Ciwanên Antwerpenê ku wê bi navê tîma Şehîd Tolhildan Qendîl bileyîzin, ji bo tîma xwe ya herî baş ava bikin dest bi maçên amadekariyê kirin.