HESEKÊ – Reverberiya Komîteya Perwerde ya Kongra Star ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Koçer Hûseyîn bi ajansa me re li ser watê û giringiya 4’ê Nisanê axifî û got:
“4’ê Nisanê ji bo tevahî gelên cihanê bû roja vejînê bû roja hebûnê, bû roja demokrasiyê û azadiyê. Belkî gotin têrê neke ku em bînin ser ziman, lê bi hatina Rêber APO çi bûyer bi heman demê de bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistan û bi avakirina hareketa û partiya Jin em dikarin bêjin tu Serok an tu Rêber di cihanê de wekê Rêber APO tine bû ku Jin edî xwedî maf be di jiyanê de.
Tu Serok wekî Rêber APO daxwaz nekir ji bo em jiyanêk bi rûmet, demokrasiyê û wekheviyê jiyan bikin. Tenê Rêber APO peyama wî, projeya Rêber APO hertim demokrasî bû. Ji ber ku proje, fikîr û felsefeya Rêber APO hertim demokrasiyê ku jin xwe tê de, hindirê wÊ jiyanê de dibîne. Ji deriyên koletiyê ye bigre û edî deriyên azadiyê veke û ber ve azadiyê biherikê.
Ji ber ku fikrê Rêber APO li ser wî esasî bû xeteriyêk pir mezin li ser Serokên dewlêten hegemon dide çekirin. Ji ber ve yekê hertim tecrîd zêde dibe.
Edî diwarên desthilatdariyê bi fikrê û felsefeya Rêber APO û bi Yekitiya gel em ê hilweşinin û jiyanê bi rûmet, ekolojî û demokratîk misoger bikin.”