BASEL- Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi pêşengiya TekoJIN, bi beşdariya Rêxistinên Jinên Ciwan JXK û Ciwanên Enternasyonalîst ên ku bi awayekî aktîf beşdarî pêngava “Azadî” bûn, civîneke lezgîn hat lidarxistin. Civî di çerçoveya “Ji Rêber APO re Azadî Ji Pirsigrêka Kurd re Çareserî ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin, hat li dar xistin.
Jinên Ciwan diyar kirin ku armanca sereke ya civînê azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye, jinên ciwan diyar kirin ku ji bo kampanyaya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku ji 1’ê Adarê 2024 ve ketiye qonaxa 2’yemîn, hatin cem hev. Ciwanan diyar kirin ku yekane rêya rizgariya cîhanê ji kaosa ku niha tê de ye û çareseriya pirsgirêkên heyî fikir û ramanên Rêber APO ye û ji ber vê yekê pêwîste hemle xurtir bibe û Rêber APO bigihêje azadiya fîzîkî. Fikr û paradîgmaya Rêbertiyê nîşanî me jinên ciwan da ku jiyanek azad û cûda pêkan e. Bi vê boneyê Jinên Ciwan diyar kirin ku di kampanyayê de rola sereke ya jinên ciwan e û bang li hemû jinên ciwan kir ku ji bo xurtkirina kampanyayê bi awayekî aktîf beşdarî kampanyayê bibin.
Piştî nîqaşên xurt ên ji bo xurtkirina kampanyayê û bidestxistina encaman di Qonaxa 2. ya hemleyê de, Jinên Ciwan diyar kirin ku divê jinên ciwan di dema pêş de li dora kampanyayê bibin yek û heta bigihêje encamê têkoşîneke bênavber bimeşînin. Bi moral û biryardariyeke mezin hevdîtin bi dûruşmeya “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.