NAVENDA NÛÇEYAN – MAK (Milîsên Azadiya Kurdistanê) bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Şeva 6’ê Nîsanê saet di 22:30’an de li navçeya Sêrt a Navendî ya Bahçelîevlerê li Ulku Ocaklari ji aliyê hêzên MAK’ê ve bi bombeyên destan û molotofan êrîşek pêk hat. ”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Polîsên tevgera taybet ên bi wesayîtên zirxî li ber Kulûba Îdealîst a ku yek ji navendên faşîzm û şerê taybet e, îşkence kirin, dema ku ferqê milîsên MAKê kirin hişyarî dan ku bila rawestin. Milîsên MAKê yên ku hişyariya rawestanê pêk neanîn, bi awayekî serkeftî li hedefê xistin.
Di êrîşê de wesayîta bi plaqeya 56 MP 630 a Klûbên Îdealîst şewitî û nekarîn bi kar bînin, xisar li baregeha faşîstan hat kirin.