ÇÎLAXA – Însiyatîfa Gel a Navçeya Çilaxa ya Kantona Cizîrê di çarçoveya pêngava bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO de, belavokan li ser jiyana Rêber APO li şêniyan belav dike.
Endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Navçeya Çilaxa, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star di belavkirina belavokan de cih girt.
Belavok bi zimanên erebî û kurdî ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber APO ve hatibûn amadekirin û eleqeyeke mezin a şêniyan jê re çêbû.
Endama Meclisa Navçeya Çilaxa Emel Nezal ku beşdarî belavkirina belavokan bûye, ji ajansa ANHA ye axivî û diyar kir ku wan heta niha 2 hezar belavok belav kirine û da zanîn ku belavkirina belavokan dê heta êvarê dewam bike.
Emel Nezal anî ziman ku ew amade ne beşdarî tevahî çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bibin û û got: “Em deyndarên Rêbertî ne.”
Çavkanî: ANHA