TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Parêzgeha Tebqayê û endam û endamên ciwan û jinên ciwan, li salona şehîdan merasîmek ji bo şehîdên azadî û têkoşînê li dar xist.
Di destpêkê de hemû amadebûyan deqeyek rêz ji bo rêzdayina şehîdan rawestiyan û piştre rêveberê Tevgera Ciwanan Ela El-Mihemed axivî. Ela El-Mihmed behsa tekoşîna û fedakariya şehîd Bîşeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan ji bo azadiya gelan, kir.
Di dawiyê de mûm hatin pêxistin û dirûşm hatin berzkirin