KOBANÊ – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan li dibistana Til Xezalê bi boneya rojbuna Rêber Apo dar çand.
Destpêkê semînerek li ser jiyan û berxwedana Rêber Apo hatiye dayîn. Piştra xwendekar û jinên ciwan bi hev du re di hewşeya dibistanê dar çandin û bi qirîna sloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” çalakiya xwe bi dawî kirin
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.
Her sal, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, dar ku weke sembola jiyana domdar tên dîtin, tên çandin.