REQA – Bi hatina Cejna Remezanê re, şêniyên parêzgeha Reqayê di nava atmosfereke kêfxweşî û aramiyê de ne. Ev aramî jî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Reqayê tê parastin. Ew jî niha xwe amade dikin ji bo pêşwazîkirina Cejna Remezanê, bi taybet li cihên qelebalix weke bazarê.
Şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê di eydê de diçin bazarê bajêr, û tiştên cur bi cur dikirin. Di vê çarçoveyê de ajansa me dosyayekî amade kir.