ŞENGAL- Îro saat 11:30 li navenda meclîsa gel a Şengalê Ciwanên Êzîdxanê a herêmê Qiblet, Til Ezêr, Sîba, Til qesab li hev kom bûn. Di serî de sîneVîzyonek a grêdayê pêşengtiya ciwanan û nirxandinên Şehîd Pîrçeko û Şehîd Zerdeşt, nirxandinên Rêber Apo di derbarê Ciwanan û Şengalê de hat guhdar kirin û liser vê esasê ciwan nêrînê xwe anîne ser ziman.
Hat diyarkirin ku armanca Kombuyina Ciwanan di çarçoveya nîqaş li ser nasnemaya ciwantiyê kû Rêber Apo daye ciwanan, Rastiya Rêber Apo û civakê Êzîdxanê û rol û mîsyonê ciwanan hate lidar xistin. Ciwanên Êzîdxan û jinên Ciwanên Şengalê bi coş û germahiyêk mezin tevlî bernameyê bûn. Ciwan û jinên ciwan nirxandinê xwe di derbarê rewşa Rêber Apo, hevdîtinên dawî a dewletên hegomon û dewleta Tirk a faşîst û grîngiya biryardariya a ciwanan kirin.
Ciwan dan zanîn ku “Weke ciwanên Êzidî em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa şehîdên xwe bin. Em ê timî ji bo mafên civaka Êzidî li ser piyan bin.”
Herî dawî jî bi sloganên Bîjî Serok Apo
Bê Serok Jiyan Nabe
“Jin Jiyan Azadî” bi coş û germahiyêk mezin kombuyin bi dawî bû.