KOBANÊ – Îro li zanîngeha Kobanê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk komxebatekî li ser rol û mîsyona xwendekaran di nava civak û şoreşê de li darxistin. Zêdetirî 90 xwendekarên zanîngehê beşdarî komxebatê bûn.
Di dest pê kê de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê ji aliyê endamên Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk ve axaftin li ser rola xwendekaran hat kirin. Piştî wê jî nîqaş ji hemû beşdarên komxebatê re hat vekirin.