TÛBÎNGEN – Jinên ciwan ên endamên TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) ku li bajarê Tûbîngen ê Elmanyayê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber APO hatin gel hev, li ser pira li kolana herî qelebalix a Tûbîngenê pankart vekirin û şahiyeke dîtbarî pêk anîn.
Jinên ciwan gotin, “Rojbûna Rêber APO, ji nû ve zayîna jina azad e. Bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya Rêber APO re jin rastiya xwe ji nû ve bi dest xistiye.”
Jinên ciwan pankarta “Jiyana Bi Jinê Despêdike, Bi Wê Re Ji Serdikeve” vekirin û bi dowîzên “Jin Jiyan Azadî, Ser Bixe Azadî” çalakiya xwe berdewam kirin.