KOBANÊ – Komîteya Ciwanan a Hêzên Parastina Cewherî (HPC-Ciwan) li bajarê Kobanê di waxtê cejna Remazanê de jî ji bo ewlehî û aramiya bajêr di kolanan de ye.
Ev çalakiyan di çarçoveyê parastina rewa û stratejiya şerê gelê şoreşgerî tên li darxistin. Ji bo ku civak azadiya xwe winda neke lazim e ku bikaribe parastina xwe bike. Dema hêzekî derve civak yan jî tenê beşekî biçûk ê civakê xebatê eskerî dike, civak dikeve di bin kontrolê wan de û îrade û azadiya xwe winda dike.