BALEKAYETÎ – Herêmên çiyayî yên Balakayetiyê hê jî ji ber berfê spî ne. Ji bilî dîmenê wê yê ciwan ku daye jîngehê, ev dever bûye herêmeke girîng a geştiyariyê ku kesên hez dikin di nav berfê de geştiyariyê bikin serdana vê deverê dikin û dema xwe bi hezkiriyên xwe re derbas dikin.
Berf heta derengiya baharê berf li devera Balekayetiyê dimîne. Vê yekê jî wisa kiriye herêmeke girîng a geştiyariyê û bala bi hezaran geştiyaran dikişîne. Beşek ji bo kişandina wêneyan, keyfê û beşek ji bo berfê diçin vê deverê. Herwiha gelek geştiyar çend şevan li vê devera geştiyariya zivistanê dimînin.
Sehend Salman geştiyareke ku wiha behsa girîngiya devera Balekayetiyê ya di warê geştiyariyê de dike; “Balakayetî yek ji wan deverên herî girîng û xweşe ku xwedî gelek taybetmendiyên geştiyariyê ye. Bi taybetî di her demsalan de ji bo geştiyaran guncawe, bi taybetî di demsala bihar û zivistanê de ji ber barîna berfê û mayîna zêde bûye sedem ku gelek geştiyar werin herêmê û dema xwe li wir derbas bikin.”
Nêrgiz Mela geştiyareke dine ku li gel çend kesên din hatiye nav berfê û derbarê deverê de wiha got: “Em li gel çend hevalên xwe bi mebesta gera li nav berfê hatine devera Balekayetiyê. Ev jî ji ber berfa ku di werza biharê de jî li herêmê maye ye. Ji ber vê yekê me ji bo derbaskirina dema xwe serdana vê deverê kir û di nav berfê de me gelek leyîstikên xweş leyîstin.”
Tevî hebûna çiya, av, hewa û xwezaya xweşik ya devera Balekayetiyê, her çar demsalên salê berf li Balekayetiyê dimîne. Ev yek jî bûye sedem ku bibe devereke girîng ya geştiyariyê û salane di werzên cuda de hejmareke zêde ji geştyarên Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi mebestên geştiyariyê serdana wê deverê bikin.
Çavkanî: Rojnews