QAMIŞLO – Çilo Qamişlo (Xelo Kûtê), ji malbatekî welatparêz ê Qamişlo û ku li Şamê mezin bû, salekî piştî ku tevlî tevgera azadiyê bû, di 12’ê Nîsanê 2017’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê li bajarê Reqayê şehîd bû.
Di salvegera 7’emîn a şehadeta wî, dayîka wî bi Nûçe Ciwan re axivî û qala kesayeta wî yê şoreşger û welatparêz ji biçûkaniya xwe heya naskirin û tevlîbûna xwe ya rêxistinê û heya ku gihaşt şehadetê.
“Ez dayika şehîd Cilo me. Em malbatekî welatparêz in, em xwedî ked û xwedî şehîd in. Me zarokên xwe hemû li ser rihê welatparêzî mezin kirin. Tişt ku ji me dihat xwestin me texsîr nedikir. Malbatê giştî, malbatê bavê min, me giştî kar dikir. Cilo li ser wî rihî mezin bû.
HEZKIRINA WÎ JI PARTÎ GELEK BÛ
Hezkirina wî ji partî re gelekî hebû. Gelekî ji hevalan hez dikir. Heta em ne li vir bûn, îcar em li Şamê bûn, li wir mezin bû, me qala hevalan dikir, rudinişt û guhê xwe da me. Digot “Yadê, çima em li vir in, li Şamê ne, meş, em ê herin Qamişlo ji bo em tevlî hevalan bibin”. Min digot “Qurban, emê herin, di demekî de emê herin”. Bi xwedê em ji Şamê hatin vê derê, Cilo biçûk bû, tam salê wî nizanim bêjim, em hatin vê derê, gelek dem neqadiya, çû kar, çû di nav hevalan. Yanî, min jî ji wî re got, “Qurban, ez hêvî mezin ji we dikim û dayik û bavê we wê kar kirin. Me soza xwe daye vê miletî, me xwe kir pêşeng ji vê miletê re. Hûn tu carî serê me netewînin”. Keniya, got “Na, yadê, tu vê tiştî di me de dibînî?” Min got, “Na, ez nabînim”. Got “Temam, ma ne xalo û apê me şehîd in?” Min got, “Rast e”. Got “Em jî li ser şopa wan, li ser şopa şehîdan in û fikira Serokatî û em jî tu carî serê xwe danaynin”. Min got “saeta we xweş”, min heta wilo got “Gelek kesayet hene, zarok hene, ji xwe re ji malê baz didin û xwe tevlî hevalan dikin, malbata wan ne welatparêz e, ev kar nekirin, ê me em ji wan kesayetan in”. Got “Rast e, yadê”. Min got “Hûn tevlî hevalan bibin, lawiqê min, eger çi qîz bin, çi law bin, deriyê min ji we re vekirî ye. Ez derîyê xwe nagirim ji ber me ji bo wê partî kar kiriye, me deriyê canmêran û ciwanka xistiye”. Yanî, “em jî soza xwe venagerin û eger em soza xwe vegerin em îxanetê dikin, çênabe. Me îro, me karek kiriye, em ser vê karê xwe ne. Heta noxteyekî xwîn di can û bedenê me hebe, em ji fikirê Serok bernadin û ji xwîna şehîdan bernadin û emê ser soza xwe bin”. Got “Temam, yadê”. Min got, “Ne ku hûn carekî bêjin em tevlî hevalan bibin, çi keçik, çi lawik û wellah, ez bibihîsim hevalan gotibûn zarokên yadê ji malê derketin bi xeyd”. Min got “Ezê îstixbala cenazeya te rakim û ez tu carê nabêjim ev zarokê min şehîd e ez îstîxbala we nakim. Hûn însan in, divê hûn rast tevlî vê karî bibin”. Got “Baş e, yadê. Em jî însanên wek tu dibêjî, em jî nefsa karê te kiriye, em tu carî nahêlin serê xwe bitewînin”.
EZ NE BI FONA TEVLÎ HEVALAN BÛM
Hevalê Cilo silahê giran bû. Yanî, texrîban 4 mehan silahên giran ma. Piştî çar mehan diçû malê, diçû kar û dihat. Heta meha ewilê hat jî. Wê demê fon 30 bû, 32 hezar bû, anî malê. Min dît hat, sekinî, got “Yadê”, min got “çi?”, got “Hevalan fon dane min, ez ne bi fona çûm tevlî hevalan”. Ez keniyam, ew jî got “Yadê, tu çima dikene?” Min got, “Rast e, qurban, ez dizanim tu ne ji bo fon tevlî hevalan bûye”. Got “Yadê, min nedigirt”, got “hevalê kadro got ez dizanim bavê te hinekî westîya ye. Te fona negire, ezê bibim ji yadê re. Ez mam, sekinî.“ Fedî kir di wir de. Rabû digire. Got, “Yadê, ma ne eyb e me fon girtin?” Min got, lawikê min, ma ne heval wilo ji te re gotiye, normal e. Ji xwe em bi dil û can bi vê partî re ne.” Got “Temam yadê”, heta nema deng kir. Heta ji min re negot, dilê wî rehet nebû. Ji ber çima? Bi wijdanê xwe tevlî hevalan bû. Rabû di wê derkê de, min got “xewm nake”. Karê xwe dikir, sibê diçû mesele, êvar li malê bû.
SOZA XWE DA 4 PARÇE
Piştî wê, me bihîst çû perwerde. Me ji hevalan re got, gotin “yadê, çû perwerde”, min got “bila biçe, saeta wî xweş”. 4 mehan perwerdeya xwe jî kir, me mehên wî hejmartin, bê guman. Kesekî qala partî kiribaya, qala hevalan kiriba, wilo hêrs dihat laşê wî, bi hêrs dibû. Digot “Çawa qala partî bibe? Çawa qala Serokatî yekî bike” Pir însanekî bi partiyê xwe ve girêdayî bû, bi miletê xwe, bi şehîdên xwe ve. Pir ji partî hez dikir. Ji wî bigirin heya giştî zarokên min. Rabû di wê derkê de min bihîst çûye. Carekî ji perwerde derket, me bihîst, me nedît, me nehat malê. Hevalan ji me re got, got “wellah, hevalê Cilo perwerdeyê xwe xilas kiriye û soza xwe ya qada şer daye”. Min got, “saeta wî xweş” û ez jî gelekî pê kêfxweş bûm. Heta hevalan got, piştî şehadeta wî, hevalan hatin cem min. Min nedît, soza xwe da 4 parçe, min got temam.
MIN SOZEK DAYE XWÎNA ŞEHÎDAN, EZ XWE NADIM ALIYEKÎ
Heval piştî wê, wexta heval Cilo şehîd ket, heval hatin cem me, ji me re qala wî kirin. Gotin “Yadê, wellah, em gelekî ji wî xweş bûn, însanekî rast bû, însanekî hêja bû û me giştî ji wî hez dikir, rihê welatparêzî pir bi wî re hebû, ji hevaltiyê hez dikir. Me carekî ji wî re got ‘Heval Cilo, xeta cepê pir zehmet e, ka, em xwe piçekî xwe bidin aliyekî’, wilo keniya, got ‘Heval min sozek daye xwîna şehîdan, ez xwe nadim aliyekî heta noxteyekî xwîn di canê min de hebe û dayika min, bavê min, apê min, xalê min, giştî kadro bûn di dema xwe de, ez xwe nadim aliyekî ji bo dayika min serê xwe di nav miletê de daneyne’”. Ev axaftin hevalên wî ji me re gotin., min nedît. Yanî gelekî însanekî fedekar bû, serê me ji ber vê bilind e, û kêfa min gelekî waxta roja şehîd ket jî ez gelekî kêfxweş bûm, yanî lawê min serê xwe dananî û riya xwe gihand serî û barê xwe rakir, û barê xwe nehîşt li erdê û şehîdên giştî zarokên me ne û kêfa me ji vê partî tê û heta min sax bin em ser soza xwe ne û em di xeta şehîdên xwe de ne û em di xeta serok de ne û em soza xwe didin heya mirinê, tu carî ji ya xwe danakevin.”