MARSÎLYA – Kurdistaniyên ku di pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) de hatin cem hev, piştî ku dewleta Fransayê di nava 2 hefteyên dawî de 3 ciwanên Kurd radestî dewleta Tirk kir, protesto kirin.
Herî dawî jî aktîvîstên Kurd Firaz Korkmaz û Mehmet Kopal ji aliyê dewleta Fransa ve radestî dewleta Tirk hatibûn kirin. Ciwanê Kurd Serhat Gultekîn ê ku ji ber cezayê girtîgehê yê li Tirkiyeyê daxwaza penaberiyê ji dewleta Fransayê kiribû, îro radestî dewleta Tirk hat kirin.
Li ser vê bingehê Kurdistaniyên li Marsîlyayê li hev civiyan, ji bo balê bikişînin ser bêdengiya dewletên Ewropayê bi pankartên 3 Meymûnan meşiyan û li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê li ber postexaneya navendî ya Marsîlyayê piştî deqîqeyek rêzgirtinê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di meşê de gelek caran “Bijî Serok APO”, “Em Kîne? APO’cî ne” û “Bimre Dewleta Tirk a faşîst” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê de ev tişt hatin gotin;
“3 hevalên me di nava 15 rojan de ji aliyê dewleta Fransa ve hatin binçavkirin û radestî dewleta Tirk hatin kirin. Hevalên me yên hatin şandin rastî îşkence û heqaretên dewleta Tirk hatin. Ji bo vê jî divê em li hemû Ewropayê daxuyaniyên çapemeniyê bidin, rêxistina xwe berfireh bikin û li hemberî van êrîşan helwesta xwe diyar bikin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, ciwan û gelê Kurdistanê bi qîrîna dirûşmên “Terorîst Erdogan” banga çalakiya 13’ê Nîsanê saet di 13:00 de li Qada Canabiere ya Marsîlyayê kirin.