HESEKÊ – Salar Omerî ê 14 salî, ji navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê ye. Hêvî dike ku bibe dahênerekî navdar û tiştên pêwîst ji civaka xwe re biafirîne.
Ji 7 saliya xwe ve Salar peykerên biçûk ên patozan, erebeyan û amûrên kehrebeyê çêdikirin.
Peykerên xwe ji karton û plastîkan çêdike û her wiha dixebitin. Salar, carekê bermahiyên plastîk ên biçûk kom kirin û jê têkilkerek fêkiyan çêkir. Her wiha ji parçeyek plastîk û jeneratorên kehrebeyê yên biçûk, fanek çêkir.
Sedemên hiştine Salar wisa afirîner be, dê û bavê wî ne. Lê teşwîqkirin têrê nake, ji ber ku alavên pêwîst ji Salar re kêm in. Salarê biçûk hêvî dike di siberojekê de bibe dahênerek û amûrên nû çêke.
Li gelî nebûna piştgiriyê û teşwîqê ji aliyên têkildar ve jî Salar mînaka gelek zarokan e ku siberojeke geş hêvî dikin.
Çavkanî: ANHA