NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Îranê li dijî Îsraîlê êrişên bi rêya bi dehan balafirên biçek û bêmirov duho evare da destpêkirin.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku Îranê li dijî Îsraîlê bi rêya bi dehan balafirên biçek û bêmirov êriş daye destpêkirin.
Îsraîl û Îranê qada xwe ya hewayî ji seferên balafiran re girtin û piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Balyozxaneya Îranê, îşev Îranê weke bersiva vê êrişê û hemû êrişên Îsraîlê yên li dijî hêz û saziyên wê êrişa bi balafirên bêmirov da destpêkirin. Bi dehan êrîşên balafirên bêmirov li dijî Îsraîlê pêk anîn. Îsraîl jî li gor medyaya wê ya navxweyî ku van agahiyan dispêre berpirsên Amerîkî û Îsraîlî ketine rewşa hişyariyê.
Wezareta Parastianê ya Îsraîlê hemû hêzên xwe xistiye rewşa “hişyariya bilind” ji bo amadekariya êrîşeke mûşekî û firokeyên bêfirokevan yên Îranê bo ser welatê wan. Herwiha hate zanîn ku Ûrdûnê jî qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt û gefa xistina balafiran kir.
Li gor medyaya Îranê êrişên balafirên bêmirov yên artêşa Îranê weke bersivekê ye li hember êrişa vê dawiyê ya Îsraîlê bo ser balyozxaneya Îranê ya Şamê ku di encamê de gelek fermandar û Artêşa Pasdaran hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Qenala 12 a Îsraîlê diyar kir ku hin ji fuzeyan li Sûriyeyê hinek jî li Urdunê hatine xistin.
Li gorî du çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî, jetên Urdunê li herêmên bakur û navîn ên Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê yên ber bi Îsraîlê ve diçûn hatine xistin.
Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) diyar kir ku artêşa Îsraîlê balafira bêmirov a Îranê ya ber bi Îsraîlê ve diçû xistiye.
Urdunê ragihand ku artêş di rewşa alarmê ya bilind de ye û sîstema radarê liv û tevgera her cûre droneyên ji aliyê Iraq û Sûriyeyê ve tên dişopîne.
Servîsa ambûlansê ya Îsraîlê diyar kir ku balafirên bêmirov ên Îranê li welêt nebûne sedema mirina kesî.