REQA – Îro danê sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger li kantona Reqayê, di bin diruşmeya “Bi rihê Apoyî xwe nû bikin, cenga azadiyê serbixin” de, “Kampa Rêber Abdullah Ocalan” ji bo endamên tevgera ciwanan vekir. 15 jin û xortên ciwan wê beşdarî kampê bibin ku wê hefteyekî berdewam bike.
Di bernameyê kampê de wê jiyan û tekoşîna Rêber Apo û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) werin danasîn. Semîner û ders derbarê van mijaran wê li cihên cuda yên bajarê Reqa werin dayîn. Ev kamp wê bi nivîsandin û şandina nameyên endamên kampê ji Rêber Apo re bi dawî bibe.