NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahî ji herêmê wergirtine, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundê Guherzê û Bilava yên girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran kirine.
Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin, tê gotin liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dike.
Duh bi şev jî li gunde Gelale ya bajarokê Şarbajêr ya ser bi Silemaniyê xaniyek hatiye bombebaran kirin û di encamê ciwanek bi navê Mihemed Seîd ê jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê êrişê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Li gorî agahiyên hatine standin, êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêkhatiye. Lê nediyare êriş bi balafira bê mirov, yan jî şer pêkhatiye.