ŞENGAL- Li Şengalê ji bo xwêndekaran, bi Pêşengtiya Yekitîya Ciwanên Êzîdxanê li ser Rewşa Rêber Apo ya li grava Îmraliyê şanoyek hate pêşkeş kirin.
Îro saat 16:00’an de bi pêşengtiya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwanên Şengalê li cihê mektebeya Çiyayê Şengalê Şanoyêk li ser nirxandinên Rêber Apo di derbarê rewşa vî ya li Îmraliyê kû di parêznameya xwe ya pêncemîn de dinirxîne bi hate rêvebirin.
Şano bi sehneyê destpêk ya kevokek û çen pirtûk li ser mase di nava zîndan kû weke qefesek reş hatibû çê kirin destpê kir. Bi Ciwan û jinên Ciwanên Xwêndevan di cihê mektebê de Şano meyze kirin.
Sehneya dawî ya Şano rûyê rast ya îmraliyê bi dînamîzm, yekîtî û hêza pêşengtî ya ciwan û jinên ciwan derdikeve holê. Pirtûkxaneyek bedew ji pirtûkên Rêber Apo li paşê qefes dizivre û neqşa şînahiya darêk şano bi dawî dibe.
Armanca Pêşkeşkirina şano nîşandana 2 rûyê girtîgeha Îmraliyê bû. Di serî de di şexsê Rêber Apo de tecrîdek girankirî a li ser tevahî gelê kurd û gelên bindest hat bal kişandin. Rûyê din jî sekna berxwedêr a Rêber Apo ya kû li îmraliyê kêlî bi kêlî û nefes bi nefes di nava lêgerîna heqîqet û rêya azadiya tevahî mirovahiyê deye.
Bi coş û germahiyêk mezin şano li pêşberî xwêndevanan bû. Herê dawî jî bi ala Rêber Apo û slogana Bê Serok Jiyan Nabe û bi belavkirina pirtûk û broşûrên derbarê jiyan û serpêhatiya Rêber Apo ev çalakî bi dawî bû.