NAVENDA NUÇEYAN-Ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriye, di bin durûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ de Pêşbirka Helbestan ya Ş. Nûjiyan Öcalan tê lidarxistin.
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan niha ve afişên peşbîrkê li her derê belav dikin.
Komiteya Amadekar a Pêşbirkê di derbarê tevlîbûyina Peşbîrka Helbestan a Şehîd Nujîyan Ocalan ve van agahiyan parvekir.
“Tu ji nivisandina helbestan hes dike, helbestên te hene an jî tu dikarî binivsîni? Wê demê bêşdarî pêşbirkê bibe!
Şert û mercên tevlîbûna pêşbirka wiha ne:
1. Pêwist e temenê kesên beşdar ji (16)an ne kêmtir be û ne jî ji (30)an zêdetir be.
2. Kesên ku beşdarî pêşbirkê bibin pêwist e nişteciyên Rojava û Sûryayê bin.
3. Pêwîste helbesta beşdar bi zimanê erebî û kurdî be.
4. Beşdar dikare tenê bi helbestekê beşdar bibe.
5. Pêwist e helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li ti deveran nehatibe belavkirin û beşdarî ti pêşbirkan nebûbe.
6. Pêwist e helbesta beşdarî pêşbirkê bibe ji deh (10) malikan ne kêmtir û ji pêncî (50) malikan ne zêdetir be.
7. Pêwist e ya beşdar sûretê nasnameya xwe bi helbestê re tevî, navnîşan, numare û kurtejiyana xwe bişîne.
8. Pêwîste beşdar li ser gmail an jî vê numereya jêrîn helbesta xwe bişîne.
Jinên Ciwan li ser Asta Bakûr û Rojhilatê Sûriye bi helbestên xwe wê pêşdarî pêşbirkê bibin. Heya 15’ê Gûlanê hûn dikarin helbestê xwe ji me re rê bikin.
Hûn dikarin li ser reqamê 0990781537 an jî li ser e-mailê [email protected] ji me re helbestê xwe rê bikin.
Di 25’ê Gûlanê vê hemû jinên ciwan ku helbestê xwe rê kirin li Kobanê kom bibin û emê pêşbirka xwe li dar bixin.
Em li benda helbestên we ne!