TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya El-Cerniyê ya gundewarê Tebqayê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî Rêber Apo xwepêşandanekî li dar xistin.
Bi diruşmeya “Ji Rêber Apo azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên taxa Cerniyê ya gundewarên parêzgeha Tebqayê ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo xwepêşandanekî li dar xistin. Endamê tevgerên civakî, meclîs û komînan jî beşdarî çalakî bûn.
Meş li ber navenda Tevgera Çand û Huner (TEV-ÇAND) ya El-Cerniye bi al û wêneyên Rêber Apo destpê kir û heta ber navenda Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berdewam kir.
Li wir, ji bo bîranîna giyanê pakrewanên şoreşê deqeyek rêzgirtin hat rawestîn. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Saxer El-Mihemed axivî.
Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina Rêber Apo bi dawî bû.