ANTERPEN – Ciwanên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir, li parka Duerne ya Antwerpenê pirtûkên Rêber APO xwendin. wan bi raya giştî ya derdor re da naskirin.
Ciwanên ku ji bo Rêber APO stand vekirin, diyar kirin ku ji bo ku fikrên Rêber APO bi tevahî mirovahiyê bidin nasîn çalakiyek wiha li dar xistin.
Her wiha ciwanan broşurên ku agahiyên li ser Rêber APO tê de li derdora xwe belav kirin û der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO de agahî dan.
Li ser vê bingehê ciwanên ku metna agahdarkirinê xwendin çalakiya xwe ya standê bi dawî kirin.