ŞENGAL- Îro Saat 15:00 li navenda yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê ya bajarê Şengalê bi coş û germahiyêk mezin bi hevre pêşwaziya cejna çarşema Serê Nîsanê kirin.
Weke tê zanîn Ev roj di bawerî û mîtolojiyên Êzîdatiyê de gerdûn çêbûye. Li ser vê esasê jî her sal rojêk berê cejna sersalê her kes kelecanêk mezin hêk dikirin, dikelînin, reng bi reng bi şêklê xwezaya beharê boyax dikin. D
Di heman demê de leystoka hêkan bi hevdûre dileyzin û paşê jî weke bîranîn diyarî didin hevdû.
Bi vê rengê Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengal û Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê ji bo parastina vê çandê bi rola xwe ya Pêşengtiyê re rabûye.
Denîz Şingalî jî di vê Çarçoveyê de bi ajansê me yê Nûçe Ciwan re axifî û wiha got: “Em vê cejna Çarşema Nîsanê li we Pîroz dikin. Di serî de ruxmê hemû êrişên qirkirnê ya dewleta tirk a dagîrker em ji her salê zêdetir ev cejn pîroz dikin. Em weke ciwanên êzîdxanê jî li vir kom bûne ji bo çand û axa xwe biparêzin.”