DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrazorê bi boneya salvegera 38’emîn a şehadeta yekemîn mîlîtanê ereb ê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK’ê) Ezîz Ereb bîranînekî li darxistin. Tevgerên ciwanan ên herêmê beşdarî bîranînê bûn.
Di destpêka bîranînê de ji bo giyanê tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hate girtin. Piştre ji aliyê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elî Adarî ve jiyana rêheval Ezîz Ereb hate vegotin.
Elî destnîşan kir ku Ezîz Ereb yekemîn şehîdê Ereb e û rê li ber hemû pêkhateyan vekir, bi taybet pêkhateya Ereb ku bi hezaran hevrêyên li pey xwe hiştibûn. Şehîd Avesta Xabûr, şehîd Rojîbîn Ereb, şehîd Ciwan Minbîc û her wiha kurê bajarê Dêrazorê şehîd Cemîl Cûdî piştrast kirin ku rêhevalên Ereb şopdarên rêya têkoşîn û berxwedanê bin û li ser rêya şoreşê şer bikin.
Di dawiyê de sînevîzyonekî li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb hate pêşkêşkirin.