REQA – Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê di 38’emîn salvegera şehadeta wî şehîd Ezîz Ereb û tevahî şehîdên meha adar û nîsan bi bîr anî. Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, tevgerên ciwanan ên Reqayê û saziyên civakî û leşkerî beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi pêşwaziya mêvanan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve dest pê kir. Piştî wê deqeyek rêzgirtin ji canê tevahî şehîdên şoreşê re hat rawestîn. Piştre sînevîzyon li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb hate pêşkêşkirin.
Her wiha, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê ve axaftin hat kirin. Di axaftin de qala jiyana şehîd Ezîz û tevlîbûna wî, têkoşîna wî û israra wî ya di berxwedana li dijî dijmin de hat kirin. Hat destnîşan kirin ku şehîd Ezîz Ereb yekem ereb ku tevlî tekoşîna azadiyê di nava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de.
Bîranîn bi pêxistina mûman bi dawî bû.