HESEKE – Îro Konferansa “Ciwan û Rêbertî” ya ciwanan ereb ên herêma Cizîrê li bajarê Hesekê, taxa Tel Hecer, li salona xwaringeha Marbella hate lidarxistin. Konferans bi dirûşmeya “Bi ruhê ciwanan emê komployê pûç bikin û cenga azadiyê serbixin” hat li dar xist.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir, piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Şahîn Amanos axaftina vekirinê kir û dûvre perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin.
Konferans bi du xalan ve girêdayî bû: ya yekem helwesta ciwanan a li beramberî Rêber Apo û ya duyemîn jî erka ciwanên Ereb a ji bo têkbirina komployê.
Di heman demê de, di salvegera 38’emîna şehadeta xwe, şehîd Ezîz Ereb, ku di sala 1983’an de bû yekemîn ereb ku tevlî nava refên PKK bû, hate bibîranîn.
Şanoyekî ji aliyê ciwanên Navenda Çand û Hunerê ya navçeya El-Hewlê ve bi navê “Zimanê min ê xweş” hat pêşkeşkirin û li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo sînevîzyonekî hat temaşekirin.
Piştre helbestê bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji aliyê helbestvan Ebû Rekan ve hatin xwendin.
Daxuyaniyekî bi encamên konferansê hat xwendin. Konferans bi berzkirina sloganan bi dawî bû.
Salwa Ferec El-Ferec, endama Meclîsa Ciwanan û Werzîşê, derbarê konferansa bi Nûçe Ciwan re axivî.