ŞEHBA – Di bin durûşmeya “Êzdiyatî: Nasname, çand, dîrok û berxwedan, Cejna çarşema sor li we pîroz be” Yekîtiya Êzîdiyên kantona Efrîn û Şehba bi şahiyek mezin cejna çarşema sor pîrozkirin. Hemû sazî, tevger, partiyên siyasî û bi sedan gelê Şehba beşdar bûn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan destpêkir. Her wiha, gelek axaftin hatin kirin ji bo pîrozkirina cejna çarşema sor, ji aliyê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê, Yekîtiya Jinên Êzidî û li ser navê rêveberiya giştî ya kantona Efrîn û şehba hat kirin.
Piştre şirovekirina wateya çarşema Sor ji aliyê Silêman Cefer hat kirin. Bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê hin komên hûnerî û hunermendan û komên govendê şahî berdewam kir.